Here naverokê

Gotûbêja bikarhêner:MikaelF

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
"Kurdistan"

Arşîv

[1] zer Hesenê METÊ li ser Youtubê (18.03.2020) 庫爾德斯坦

Ensîklopediyek bê çavkanî, ne ensîklopedî ye

  • Zana, Mehdî (2002). Çarşiya Silîva. Avesta, Stembol. ISBN 975-8637-34-7.
  • <ref>{{Cite web|url=https://www.bernamegeh.org/2020/09/29/helbesten-silan-doski/|title=Helbestên Şîlan Doskî|website=www.bernamegeh.org|access-date=2021-05-21}}</ref>
  • {{External media|align=right|image1=[http://www.facebook.com/renasjiyan#!/photo.php?fbid=10150613137059247&set=a.440770849246.248627.65231309246&type=1&theater Wêneyên Rênas Jiyan]}}
  • Veqetandekên nebinavkirî.[1]
  • More article text.[2]
  • Still more article text.[3]
  • {{Agahîdank mirov/wîkîdane |çîneser = }}
Ev gotar ji agahiyên naveroka Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.

Çavkanî

  1. ^ Tan 2005, r. 89.
  2. ^ Smith 2020, r. 25.
  3. ^ Smith 2020, r. 26.

Çavkanî

  • Tan, Samî (2005). Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî.

Wîkîpedî çi nîne

Wîkîpedî çi nîne?

Kesên ensîklopedîk

[2]


== [[xxxxx]] == {{Dengdan2|jêbirin|destpêk=23.08.2022|dawî=06.09.220}} <!--------------------------------------------------- Sedama jêbirinê li binî vê nivîsê binivîsin. Şablon: {{jê bibe}} // {{bisekine}} // {{notr}} Îmze  : <nowiki>--~~~~


>

Hûn dikarin nerînên xwe li ser jêbirina vê gotarê bidin.

Deng

Gotûbêj

</nowiki>

Tîpên mezin

Nuha berî 80 salan e kurd hînî rastnivîsîna girdekan bi tîpên latînî bûne. Di pirtûka R. Drambiyan a bi navê Ber bi emrê teze de: kitêba xwendinê zimanê kurmancî, ya ku di sala 1931ê de li Rewanê hatibû çapkirin bi vî awayî dinivîse:

Wîkîferheng

Wîkîferheng Wîkîferheng: ferheng – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir
Wîkîferheng Wîkîferheng: Pêvek:Rastnivîsî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir

Cihê helbesta kurdî

Asoya Helbesta kurdî

Jidayikbûn

Bê kategorî

{{Uncategorized|date=kanûna pêşîn 2020}}

{{Agahîdank jînenîgarî (Wîkîdane) | wêne = | sernavê_wêne = | roja_jidayikbûnê = {{Jidayikbûn|1|1|2021|temen=erê}} | cihê_jidayikbûnê = [[Amed]], [[Bakurê Kurdistanê]], [[Tirkiye]] | netewe = | hevwelatî = }}

Agahîdank gund

Ez ê agahîdanka gund têxim nav {{Agahîdank wargeh/wd}}, ne hewce ye bi destî biguherînî. --Balyozxane (gotûbêj). 13:23, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Destxweş bî. --MikaelF (gotûbêj) 13:24, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Astengkirina bikarhêner Balyozxane

@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Penaber49: @Gomada: , @Ferrus: , @Biyolojiyabikurdi: @Xwedêda:, @Mehk63: Ev niha 5 sal in ku ez di Wîkîpediya Kurdî de wek nivîskar çalak im. Di vê demê de min zêdetirî 600 gotar nivîsand, çend wêne bar kir û bi hezaran gotar serrast kir. Min hewl da ku bi her kesî re aştiyane bim. Lêbelê van demên dawîn bikarhêner @Balyozxane: motîvasyona min jê biriye. Di gotarekê de û wek sernav û kategorî her peyva kurdî ya xwemalî dê bi peyveke biyanî tê guhertin. Ez her du hemwateyan li kêleka hev binivîsim jî, ew vê yekê qebûl nake. Bi giştî ez ne li dijî hemû peyvên biyanî me. Lê ew bi baweriya xwe ya zêde beyanîkirina zimanê kurdî zêde zêde dike. Dema ku nivîskar , ferhengsazên kurd û kesên din peyvên nû di nav peyvên derbasdar de çêdikin, ew wan wek peyvên fantastîk bi nav dike. Ew peyvên mîna telefon, helîkopter û hwd ji bîr dike. ku ji bo me îro ji nû ve ji hêla mirovan ve di pêşerojê de hatine çêkirin in. Ew li dijî her guhertina zimanî ye. Îro wî sernavên gotarên min guhert û heta çavkaniyên min jî re jêbir. Min her gav karê hêja kiriye, lê ger ew wisa bidome dibe ku ez dev ji nivîsandina gotaran berdim. Ji ber vê yekê ez ji bo Balyozxane hişyariyek an astengek pêşkeş dikim. Avestaboy (gotûbêj) 19:06, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

P.S. Wîkîpediya:Dîwan_(pêşniyaz)#Daxwaza_Astengkirina_Avestaboy-ê --Balyozxane (gotûbêj). 19:22, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Ev kesê ku pêşniyara astengkirina min kir jî durûtî kir. Binêri e ku çend caran di dîroka sernavê gotara Pirtûk ( û gotarên din )(ji aliyê wî ve jî ) de hatiye guhertin. Nizanim hesabên te yên din hene yan na lê ez ji te dirêjtir di Wîkîpediya Kurdî de me. Lê niha tu dikarî bextewar bî ji ber ku tu dixwazî min ji li vir derxî . Serkeftin ! Tu bûyî dîktatorê Wîkîpediyaya Kurdî. Avestaboy (gotûbêj) 20:18, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Rast e, me di gotûbêjeke din de qala zimanê tûj ê heval @Balyozxane kiribû û qasî ku dibînim zimanê wî bi awayeke erêni guheriye. Û belê, çend navên gotaran hatine guhertin jî lê ez viya wek tistek neyînî nabînim. Ez bi xwe kêfxwes dibim gava hevalên din gotarên ku min nivîsiye sererast dikin. Û tistekî din: Em hemî karekî bi dilxwazî dikin li Wîkiya kurdî - kes pere nade ti kesî ji bo ev xebata me ya hêja. Lewra zimanekî dostane û çêker (constructive) gelekî girîng e. Ji kerema xwe em hevûdin êdî zêde neêsînin û karê hev siviktir bikin. Êvarbas ji we re. Ferrus (gotûbêj) 21:43, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF, Ghybu, Guherto, Gomada, û Bikarhêner: @Jiju, Mohajeer, Penaber49, KelêÛxelfetî, Biyolojiyabikurdi, û Ferrus: @GPinkerton, Pispor, Bibliophile, Rewiye tine, û Ahmetbeg:

Xwenîşandereke li dijî sensûrê (zensur, bi almanî ye), li Berlînê (2009).

Hîn jî min ji Wîkîpediya derneketiye û ew hîn jî di gotarên ku min nivîsandine de peyvan diguherîne. Bikarhêner @Balyozxane: ti hobiyên te dinê tunin. Ji ber hezkirina ziman û çanda xwe û ji bo ku ez tiştekî bêpere hînî mirovan bikim min di 5 salan de dema xwe ya serbest feda kir. Lê êdî bes e ji vê bêhurmetî , gef û sensûra peyvan re. An ez dikarim wekî her kesî bi serbestî gotaran binivîsim an jî ez serlêdana girtina hesabê xwe yê Wîkîpediyayê dixwazim. Avestaboy (gotûbêj) 23:16, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane û Avestaboy:, silav hevalno, divê em hemî hinek bi bêhn firehî behsa kêmasiyên hev bikin. Hevalê Balyozxane di warê nivîsabarî hevalekî serkevtî ye. Avestaboy jî wek ku aniye ziman demekê dirêj ku li vir kedek girîng dide û ew jî di warê nivîsandina gotaran de hevalekî serkevtiye. Ez hemî kedên hevalan ez li vir girîng dibînim. Divê em hemî alî xwe ji zimanê tund bigirin. Hemî xebat û tevgerên me bi awayên agresîf ne, bi awayekî dostane be. Heval Avestaboy dibe ku tu acis bûyî ji kerema hevalê xwe rexne bike, behsa astengkirinê neke. Balyozxane, bira tu jî hinek ji tevgerên agresîva tund xwe bide dûr. Penaber49 (gotûbêj) 04:34, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav hevalên @Penaber49: , @Ferrus: ! Berê tu pirsgirêka min bi hevalê @Balyozxane: re tunebû. Min heta jî xwest ku wî wekî rêveber pêşniyar bikim. Niha ez dilgeş im ku min ev nekir. Di van demên dawî de ew bi awayekî ezperest tevdigere. Di gotûbêja Telekomunakasyon/Dûreragihan de, tevî ku min bi wî re gotûbêjên kibar û biserûber kir jî, gef li min xwar. Mirov kesek ji bo vandalîzmê hişyar dikar e bike , lê nabe kesek ku tê gef û tehdît kirin ji ber ku ramanek cuda ye. Mixabin Wîkîpediya Kurdî tenê 2 rêvebir û tenê moderatorek heye. Ji ber vê yekê, dîktatoriya hin bikarhêneran gengaz e. Avestaboy (gotûbêj) 10:00, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Hûn bi xêr hatin rûpêla min a gotûbêjê, ser çava ser sera... de rûnin, çay vexwin... em karekî baş dikin, em gef li hev nakin, em karê kesên din bi zimanekî tûj rexne nakin, em mirovên qenc in, em ne hirç in (Cegerxwîn)... --MikaelF (gotûbêj) 19:39, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Mîr

Toponîmî zanist û nasî ye, standardên navneteweyî hene

Navên cihên mezin/Toponîmiya mezin (dibe ku werin wergerandin)

Parzemîn, dewlet û welat, parêzgeh, paytext, navendên parêzgehan, behr, rûbarên mezin, golên mezin, giravên mezin... (https://www.uoc.edu/portal/en/servei-linguistic/convencions/traduccio/coses/index.html#ot-pc-content)(https://translationjournal.net/journal/28names.htm)(https://www.ub.edu/cub/criteri.php?id=2442){https://sites.google.com/a/ngs.org/ngs-style-manual/home/F/foreign-terms}}

Navên cihanên biçûk/Toponîmiya biçûk (bi giştî, nayên wergerandin)

Çiya, gir, rûbarên biçûk, navê deverên biçûk, navên qeza, bajarok û gundan, navên çemên navîn û biçûk, giravên biçûk...

Divê em wergerînin (transkrîbê bikin) an wernegerînin?

Navên kesayetiyên hevserdem

  • Navên kesayetiyên hevserdem wernegerîne:
  • Navên bi alfabeya latînî wernegerîne:
  • Navên bi alfabeyên din li gorî transkrîpsyona standard a kurdî (erebî, rûsî, yewnanî, ermenî û hwd) wergerîne:
  • Navên kesayetiyên kurd, pêşnavê wê/wî bi kurdî wergerîne, paşnavê wê/wî yê fermî binivîse:
  • Navên dîrokî û efsanewî bi kurdî wergerîne:

Navên tirkî ji bo kurdî

Kesayetên dîrokî û çîrokî

  • Navên kesayetî û lehengên mîtolojiya yewnanî bi kurdî transkrîbê bike:
  • Navên kesayetiyên împeratoriya Romayê bi latînî binivîse:

Parzemîn û welat

Taybetmendiyên erdnîgarî

Herêmên erdnîgarî, siyasî an jeopolîtîk

Peyker û avahî

Tax

Derya û okyanûs

Navên kolanan

Bajar û bajarok

Akronîm

Tevgerên hunerî û çandî

Xelat

Kom, orkestra, stran an perçeyên din ên muzîkê

Pirtûk û kovar

Yekîne û dezgehên şîrketê

Kurs û bername

Bûyer û pêşangeh

Formên navnîşan

Dezgeh û rêxistinên bilind û navneteweyî

Cejn û bûyerên dîrokî

Sazî

Peyvên latînî

Qanûn û belgeyên fermî

Muzexane

Partî û sendîkayên siyasî

Şîrketên taybet

Axaftin û konferans

Kanalên televîzyon û radyoyê

Zanîngeh

Berhemên hunerî

Navên kesan

Navên kesan ên bi alfabeya latînî nayê kurdandin

Navên rûs, ermen, ereban... tên transkrîbêkirin

Adet?

Pirsek li ser navên mehan

Silav birêz. Dixwazim bipirsim dema te navên mehan guhartin te gotûbêjek çêkir? Heta niha ez li ser wîkîpediyayê navên mehan li gorî tabloya translatewikiyê "standard" dikir, lê niha zêde pê ne qayil im ku gelo em awayê rast bi kar tînin an na. Em çawa bikin ji bo mehan? --Balyozxane (gotûbêj). 21:16, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Balyozxane tu çawan î? Gotûbêjek li vir heye (https://ku.wikipedia.org/wiki/Wîkîpediya:Dîwan_(tevlîhev)/Arşîv_3#Navên_mehan_bi_kurdî). Çavkanî heye, ez ê lê bigerim. Bi nihêrîna min, vê gavê cara pêşîn e ku mirov navên mehan baş fem dike. Ramanên te di warî de çi ne? Spas ji bo keda te, bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 11:04, 13 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Baş im gelek spas. Tu çawan î? :) Bi min çiriya pêşîn/paşîn kanûna pêşîn/paşîn gelek tên tevlihevkirin lê belê pirsgirêka min ew nebû. Ji ber ku em rêzimana komxebatê bi kar nayînin, min got dibe ew bibe pirsgirêkekê. Ger gotûbêjek bo wê hebe, bi dilrehetî dikarim standardkirina wan dewam bikim :) Dîsa jî navên mehan li ser CLDRê dê çi bike meraq dikim. Em ê bibînin. --Balyozxane (gotûbêj). 13:03, 13 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Herwiha divê em navên mehan li WP:Şêwazê tevlî bikin û vê gotûbêjê û pirtûka komxebatê wek çavkanî nîşan bidin. --Balyozxane (gotûbêj). 13:05, 13 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Rûpela „Qeyserî

Şev baş Hevalo!

Min îro li ser bajarê Qeyserîyê gotarek çêkir. Di rûpela heyî ya derbarê Qeyserî de behsa parêzgehê tê kirin. Niha ez ê navê vê gotarê wekî "Qeyserî (parêzgeh)" biguherînim. Lêbelê, we guherandina min betal kir. Çima? Mala tê ava be! KelêÛxelfetî (gotûbêj) 22:43, 22 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav KelêÛxelfetî tu çawan î? Min rûpela Qeyserî wek Qeyserî (parêzgeh) guherand, pirsgirêk tune bû. Şeva te jî bimîne xweş, silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 23:04, 22 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Gelek spas, ez baş im û înşallah tu jî. Ji ber vê yekê her tişt çareser dibe. Qewet be, silav û rêz Hevalo KelêÛxelfetî (gotûbêj) 23:47, 22 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Balyozxane

@Balyozxane: Balyozxaneyo, tu çawan î, baş î? Tu mandî nebî, hevalê hêja :) MikaelF (gotûbêj) 19:17, 28 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Mandî ji kû derket îca :D Cara yekem e dibihîzim. Baş im spas. Tu çawa yî? --Balyozxane (gotûbêj). 19:47, 28 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Dembaş, sax be, ez ne xirab im, spas :) Karê te li ser Agahîdankan bêhempa ye, ez nemaze ji Agahîdanka giştî pirr razî me. Pîroz be, mandî (soranî ye, lê niha di ferhengan de ye...), mandî nebî :) --MikaelF (gotûbêj) 11:38, 29 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Ez ê hîn gelek tiştên xweş çêkim lê divê hûn pêşketinên nû qebûl bikin :) Min ji te re nîşanî kodekê kiribû lê te qet neceriband jî :D Niha mirov dikare gelek sererastkirin bi riya amûran bike. --Balyozxane (gotûbêj). 16:19, 29 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Zimanekî akademîk, şêwazeke akademîk, Kurdiya Akademîk çi ye?

MikaelF (gotûbêj) 17:49, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Êvar baş hevalê @MikaelF:.Tu çawanî ? Başî ? Em dixwazin sernav û kategoriyên du gotaran standard bikin. Mixabin nêrînên me yên cuda hene. Ji ber vê yekê min pêşniyara dengdanê kir.Ez ê kêfxweş bibim ku tu beşdarê dengdanê bibî.Silav û rêz

https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAj:Dadmend%C3%AE#Barkirina_Dadmend%C3%AE_01-2023 https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAj:Dadwer%C3%AE#Barkirina_Dadwer%C3%AE_01-2023 Avestaboy (gotûbêj) 17:55, 24 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Girêdana ziman

Silav MikaelF ca == ئەنساب ئەلئەکراد girêde li ser zimanan a Ensab'ûl-Ekrad Xwedêda (gotûbêj) 09:15, 28 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]

Keleh

MikaelF (gotûbêj) 12:04, 12 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]

Gotara min a Darius Winzer?

Çavkanî, her tişt hebû. Balyozxane jêbiriye. Xêra xwe vegerîne, ev kes heye û bo civaka me jî girîng e. Giliyê wê/wî dikim. Wiha be ez ê dîsa vegerim Wîkîpediyayê ha:) Bablekan (gotûbêj) 15:08, 12 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]

Li ser PC hatime astengkirin

Îngiliziya min jî nîne çawa blokeyê rabikim. Ê min xwest çavkaniyan zêde bikim. Yek jî ez ê gotaran binivîsînim. Çi bikim? Bablekan (gotûbêj) 20:06, 12 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Bablekan: Mixabin li Wîkîpediya kurdî ez nema rêvebir im û ez baş nizanim em çi bikin :) , lê em ê li @Ghybu: û @Balyozxane: bipirsin... gelo hûn dikarin arîkariya Bablekan bikin ji kerema xwe re. Destxweş bin! Bimînin di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 07:53, 13 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Bablekan: Tu proxy (en) bikar tînî? Belkî IPya proksiya te hatiye astengkirin... Ghybu (gotûbêj) 12:27, 13 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]
Çêbû? Min te tevlî komên IP block exemption kir. Ghybu (gotûbêj) 12:46, 13 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas hevalno. Tobe nizanim Proxy çiye. Ez pirranî di rê de, di trenê de dikevim tora înternetê. Dibe ku ji ber wê ye. Ez ê hin gotaran binivîsînim. Bablekan (gotûbêj) 12:07, 14 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]